Serokwezîrê Îtalya Conte: Emê Hember Îranê Helwesteke Tundtir Nîşan Bidin

Giuseppe Conte û Trump li Qesra Sipî (Tîrmeh 30, 2018)

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte dîyar kir ku welatê wî dê li hember Îranê "helwesteke tundtir" nîşan bide.

Conte da zanîn ku ji Serokê Amerîka Donald Trump xwestiye ku agahîyên îstixbaratî yên ser bernamaya navokî ya Îranê bi wan re parve bike.

Conte li Roma ya paytaxta Îtalya ji rojnamevanan re dîyar kir ku piştî toleyên nû yên dijî Îranê, ew hêvî dikin ku bi hevkarên Yekîtîya Ewrupa (YE) re hemî hewildanan bi rêve bibin.

Îtalya peymana navokî ya bi Îranê re îmza nekiribû, lê hikûmeta sala 2015'an piştgirî dabû peymanê.

"Min ji Serok Trump xwest ku tiştên ku fikaran çêdikin, bi me re parve bike," Conte got.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku wan dijî Îranê hîn ti helwest nîşan nedaye, lê ger ew bibînîn ku ti bandora peymana navokî tune ewê helwesteke tund raber bikin.

Trump peymana navokî ya bi Îranê re bi tundî rexne kiribû û piştî Amerîka ji peymanê vekişandibû, dijî Tehranê beşa yekê ya toleyan ragihandibû.