Di Hilbijartinên Îtalya Dibe ku Rastgirên Tund Biserkevin

Dîmeneke ji hilbijartinên giştî yên Îtalya, 25 Îlon,2022.

Li Îtalya îro Yekşemê dengdana bo hilbijartinên giştî têne darxistin ku tê çaverêkirin ku hikûmeta herî rastgir ya welêt were ser kar, ji Şerê Cîhanê yê Duyê vir ve û rê li ber Giorgia Meloni veke ku bibe serokwezîra Îtalya ya jin ya yekê.

Partîya Birayên Îtalya, ya bi seroktîya Giorgia Meloni ya rastgir di rapirsînên raya giştî de, heya îro di rêza yêkê de derdikeve û xuya ye ku dê di koalîsyonê de digel Partîya League ya rastgira tundre û herwiha Partîya Forza Italia ya Silvio Berlusconi hikûmeta xwe ava bike.

Meloni ya 45 salî, ku li ser dirûşma "Xwedê, welat û malbat" kampanya xwe dimeşîne, hêvî dike ku bibe yekem serokwezîra jin ya Îtalya.

Îtalya xwedî dîrokek bêaramîya siyasî ye û serokwezîr wê ji 1946’an vir ve hikûmeta 68’an ya welêt bi rê ve bibe û herwiha bi gelek pirsgirêkan re rûbirû bimîne, nemaze zêdebûna lêçûnên enerjîyê.

Encamên hilbijartinên giştî yên Îtalya li paytextên Ewrupa û li bazarên darayî jî bi baldarî têne şopandin.