Cîgirê Serokê Îtalya Matteo Salvini bang li parlamanteran kir ku seba dengdana bo hikûmetê werin parlamantoyê.
Salvini di 6’ê Tebaxê de dabû zanîn ku koalîsyon hilweşîyaye û banga hilbijartina pêşwext kiribû.
Partîya Lîg, ku Salvini rêberê wê ye, da zanîn ku divê Civata Senatoran bicive û ser hikûmetê dengdana bawerîyê çêke.
Partîya Lîg û Tevgera Pênc Stêrkan di koalîsyona Îtalya de ne.
Nûnerên Tevgera Pênc Stêrkan didin zanîn ku ew ji hilbijartinê natirsin.
Di hilbijartina par de, Tevgera Pênc Stêrkan ji Partîya Lîg du qat zêdetir deng sitandibû.