Şaredar û walîyên herêmî yên Îtalyayê roja Sêşemê di rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung de, nameyek weşandin û jibo tengasîyên jiber vîrusa koronayê derketîye holê, banga piştgirîyê kirin.
Name ji hêla şaredarên ji partîyên çep û rastgir ên bajarên bakurê Îtalyayê ve hatiye îmzekirin ku di nav de Bergamo û Milan, û serokê herêmî Emilia-Romagna jî heye.
Ev herem û bajarana deverên ku bûyerên vîrusa koronaye heri zêde hatinye tespît kirinin û herwûha bandorên gelek xirab li ser wan pêk hatine.
Di nameyê de, piştî Şerê Duyê yê Cîhanê, alîkarî û piştvanîya dewletên din yên bo Almanyayê tê bîr xistin. Herwiha tê destnîşan kirin ku redkirina Berlînê ya daxwazên alîkarîyên aborî û helwesta dijber ya Almanyayê bo qebûlkirina deynên hevbeş di navbera gele Îtalî de bûye sedema hersek mezin.
"Hevalên hêja yên Alman, bîranîn bo girtina biryarên rast alikar dibe," di nameyê de tê gotin, piştî ku peymanek sala 1953'an ku bi armanca alîkarîya piştî şer deynên Almanya daxistibû, tê referans dayîn.
Di heman nameyê de, Hollanda jî hatiye armanc kirin. Tê îdia kirin ku çavkanîyên tevahîya welatên Ewrupî jiber pergala baca “sist û berjewendî” ya wî welatî damezrandîye, kêm dibe.
Hefteya borî, neh welatên Ewrupî ku di nav de Îtalya, Fransa û Îspanya jî heye, bo başkirina rewşa abori ya piştî vîrusa korona yê banga hevbeş kirina deynan kirin.
Almanya, Hollanda, Fînlandîya û Avusturya dijberîya vê pêşnîyarê ne ku parvekirina hevbeş ya deynan dike.
Li gor ragihandina herî dawî, Li Îtalyayê, hejmara mirinên jiber vîrusa koronayê gehîştîye 11.591'an û ji zêdetirî 100,000 bûyer heye.