Reuters: Îtalya Wê Cara Duduyan Sîstemên Berevanîyê Bişîne Ukrayna

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku Îtalya wê cara duduyan ji Ukayna re sîstemên berevanî yên esmên yên SAM/T bişîne ku ew li hember êrîşên muşekî yên Rûsî parastina xwe bike.

Sîstema ku bi navê MAMBA tê nas kirin bataryaya Fransa û Îtalya ye ku ew dikare bi dehan hedefan bişopîne û di carekê de mudaxale li 10’an bike.

Ew sîstem tekane sîstema Ewrupî ye ku dikare muşekên balîstîk bisekinîne.

Roma û Parîs sîstemên pêşî sala 2023’yan bi hev re dabûn Ukrayna, lê Kîev dîyar dike ku Rûsya di demên dawî de êrîşên xwe yên li ser binesazîya enerjîyê ya bajaran zêde kirine û ji hevbendan dixwaze ku pirtir alîkarîyên esmên bidin.

Reutersê ji zarê jêderên xwe nexwest navên wan eşkere bibin piştrast kir Îtalya hazirîyê dike ku sîstema SAM/T bişîne Ukrayna, lê dem eşkere nekir.

Rûsya, Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û Îtalya ji wê demê vir ve heta niha jibo Kîevê 8 paketên piştgirîyê erê kirin.

Jêderên ku navên wan nehatin eşkere kirin dîyar dikin ku sîstemên berevanîya esmên dikarin bikevin nav paketa alîkarîyê ya 9’an.

Îtalya heta niha lîsteya tam ya çekên jibo Ukrayna eşkere nekiriye.

Rojnameya Corriere della Sera îro Duşemê ragihand ku Îtalya piştî mazuvanîya jibo hilcivîna G7, ku 13-15’ê Hezîranê ye, dikare jibo alîkarîyên nû erêkirinê bide.

Wezîrên derve yên G7 meha Nîsanê soz dabûn ku ewê jibo berevanîya esmên pirtir alîkarî bidin Ukrayna û ewê bala xwe bidin ser xurtkirina binesazîya krîtîk.