Îtalya Derîyê Xwe ji 63 Zarokên Ukraynî re Vedike

Wezarwta Derve ya Îtalî îro Sêşemê ragihand ku ewê 63 zarokên Ukraynî yên sêwî û êtîm sibe Çarşemê ji bajarê Krakow ya Polonya bînin bajarê Trapani ya Sîcîlya.

Wezaretê dîyar kir ku veguhastina zarokan bi alîkarîya Vatîkan, dîplomatên Îtalî yên li Ukrayna û Polandê pêk tê.

“Ev veguhastina zarokan pêgirîya Îtalya ya jibo alîkarîya sîvîlên li Ukrayna nîşan dide,” wezareta derve got.

Hêjayî gotinê ye ku nêzî 37 hezar zarokên ku piranîya wan bi malbatên xwe re ne, ji destpêbûna dagirkirina Rûsya ya ser axa Ukrayna vir ve çûne Îtalya.