Meloni Dibêje Ger Îran Helwesta Xwe Neguherîne Ewê Hin Gavan Bavêjin

Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni îro Pêncşemê got ku zextên Îranê yên li ser xwenîşanderan nayê qebûl kirin.

Meloni di preskonferansa dawîya salê de got ku Îtalya êdî nikare çavê xwe ji bûyerên li Îranê re bigire.

Wê dîyar kir ku ger Tehran helwesta xwe neguherîne, Îtalya wê bi hevbendên xwe re danûstandinê bike ku dijî rejîmê gavên bi bandortir biavêje.

Wezîrê Derve yê Îtalya Antoni Tajani do Çarşemê gazî li balyozê Îranê yê li Roma kiribû û gotibû ku divê welatê wî kuştina xwenîşanderan rawestîne û bi wan re dest bi dîyalogê bike.

Pêla protestoyên li Îranê piştî Jîna Emînî di derdestîyê de hat kuştin destpê kiribûn.

Rêxistina mafên mirovan, HRANA dide zanîn ku ji destpêka protestoyan vir ve 503 kes hatine kuştin û 18,500 kes jî hatine girtin, lê hikûmeta Îranê dibêje ku piranîya girtîyan hatine berdan.

Jêder: Reuters