Îtalya Bang li Îranê Dike ku bi Xwenîşanderan re Dîyalogê Çêke

Wezîrê Derve ye Îtalya Antonio Tajani îro Çarşemê bang li Îranê kir zextên li ser xwenîşanderan rawestîne û bi wan re dîyalogê çêke.

Tajani dîyar kir ku cezayên Îran dide xwenîşanderan giran in û nayên qebûl kirin.

‘’Danîna şarpayan yan beşdarîya li protestoyan li cîhanê, li ti wî welatî nabe ku cezayê mirinê bistîne’’ Tajani got.

Wî ew bang piştî civîna bi balyozê Îranê re kir.

Pêla protestoyên li Îranê piştî Jîna Amînî di derdestîyê de hat kuştin destpê kir.

Koma mafên mirovan HRANA dide zanîn ku di protestoyan de heta niha 18,500 kes hatine girtin.

Karbidestên hikûmeta Îranê dibêjin ku piranîya girtîyan hatine berdan.

Li gor agahîyên HRANAyê di protestoyan de heta niha 69 ji wan zarok 507 xwenîşander û 66 karbidestên ewlekarîyê hatine kuştin.

Jêder: Reuters