Îsraîl Dibêje Hêzên Wê li Başûrê Lubnanê 15 Milîtanên Hizbullahê Kuştin

Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wê 15 çekdarên Hizbullahê li başûrê Lubnanê kuştin, piştî ku 8 leşkerên wê do li Lubnanê hatibûn kuştin.

Îsraîl, ku nêzî salekê ye li Gaza bi Hamasê re şer dike, piştî êrîşên esmanî yên tund yên du hefteyî, leşkerên xwe şandibûn başûrê Lubnanê.

Artêşa Îsraîlê îro da zanîn ku serokê hikûmeta Hamasê li Gaza Rawhi Muştaha û beprisên payebilind yên ewlekarî Semih el-Sirac û Samî Oudeh di êrîşên sê meh berê de hatin "tune kirin."

Artêşa herwiha got ku di êrîşa esmanî ya ser avahîya şaredarîya bajarokê Bint Cibeil ya başûrê Lubnanê, 15 endamên Hizbullahê hatin kuştin.

Hêzên Îsraîlî herwiha naveda bajarê Beyrutê jî bomberan kir û dîdevanan ji Reutersê got ku li nêzî taxa Bachoura ya çend sed metre nêzî parlamanê, peqîneke hêzdar çêbû.

Wezareta Saxlemî ya Lubnanê got ku di wê êrîşê de heta niha 9 kes hatine kuştin û Rêvebirîya Saxlemî ya Îslamî ya girêdayî Hizbullahê dîyar kir ku 2 ji wan doctor, 7 xebatkarên wê hatine kuştin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku enîya Lubnanê di 8’ê Cotmehê de vebûbû, piştî ku Hizbullah jibo piştgirîya Hamasê muşek avêtin Îsraîlê û ji wê demê ve Îsraîl gelek rêber û fermandarên Hamas û Hîzbullahê kuştine.

Kuştina rêberê Hamasê, Hasan Nasrallah derbeke mezin li Hizbullahê xist û hevbenda Ereb ya herî hêzdar ya Îranê ji holê rakir. Hizbullah di bin rêbertîya wî de bûbû hêza herî bi bandor ya leşkerî û sîyasî ya Lubnanê ku li devereke berfireh ya Rojhilata Navîn rêxistinkirî ye.

Hevbendên din yên herêmî yên Îranê -Hûsîyên Yemenê û komên çekdar yên li Îraqî jî bona piştevanîya Hamasê ya di şerê li Gazayê de, dest bi êrîşên dijî Îsraîlê kirine.

Jêder: Reuters