Li Başûrê Tel Avîv di Êrîşeke Kêrkirinê de 2 Îsraîlî Hatin kuştin û 2 Giran Birîndar Dibin

Zilamek li Bajarê Holon yê li başûrê Tel Aviv rawestiya ye, ciyê ku êrîşa bi kêran pêklhatî ku 2 Îsraîlî kuştin û 2 jî birîndar kirin li cem panzînxanekê 4ê Tebaxê, 2024.

Roja Yekşemê, çavkaniyên tendirustî yên Îsraîlê ragihandin ku di encama êrîşeke bi kêran de li bajarê Holon li başûrê Tel Avîvê 2 Îsraîlî hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî xizmetkariyên ambûlans û polîsên Îsraîlî, êrîşkar jî piştî pêkanîna operasyonê hate kuştin, ji ber aloziya dijwar yên li herêmê û ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de li Gaza bûyerên weha zêde dibin.

Servîsa ambulansê ya Stêrka Dawod ya Sor (Magen David Adom) di daxuyaniyekê de ragihand ku êrîş li kolanekê û li cihên cuda yên bajarê Holon li derdora Tel Avîvê pêk hat.

Ji aliyê xwe ve, polîs di daxuyaniyekê de ragihand, ku polîsek bi lez giheşte cihê bûyerê û kesê gumanbarê êrişê, ku xelkê Kenara Rojava bû, kuşt.

Piştî êrîşê jineke 70 salî ji ber birînên giran jiyana xwe ji dest da, li gorî servîsa ambulansê pêşî kalekî jiyana xwe ji dest da bû, û zilamekî 68 salî jî bi giranî birîndar bû. Li gorî heman çavkaniyê zilamek bi sivikî birîndar bûye.

Xizmeta Stêrka Dawod ya Sor dîsan got, "Ew êrîşek aloz û dijwar bû, ji ber ku qurbanî li sê cihên cuda ketin ku herf yek nêzî 500 metreyan ji hev dûr bûn."

Êrîş di seatên serê sibê de li bajarê Holon yê nêzî Tel Avîvê pêk hat. Rêveberiya Ambulansê ya Îsraîlê daxuyand ku êrîşkar li nêzî benzînxane û parkekê bi kêran ew êrîş pêkanî.