Hêzên Îsraîlê îro Çarşemê li Kenara Rojava ya dagirkirî bi êrîşên esmanî û operasyonan herî kêm 9 kes kuştin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê li Cenîn, li Tulkarm û li herêma kampa penaberan ya El-Farê operasyonên dijî terorê li dar xistine û dîyar kir ku 9 çekdaran di wan operasyonan de canê xwe ji dest dane.
Komeleya Hevya Sor ya Filîstînê da zanîn ku wê ji herêmê 9 term derxistine û dîyar kir ku 13 kes jî birîndar in.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz ji X’ê ragihand ku hêzên Îsraîlê wê hem li Kerta Gaza hem jî li Kenara Rojava dijî gefên terorê têkoşînê bikin.
Katz, Îran ser piştgirîya diravî ya jibo çekdarên li Kenara Rojava tawanbar kir.
Îsraîl li Gaza dijî Hamas ya bi piştgirîya Îranê operasyonan dimeşîne û di vê qonaxê de jimareke caran jî li Kenara Rojava operasyon li dar xistin.
Ji destpêka şerê Gaza vir ve, ku Cotmeha 2023’yan destpê kiribû, leşkerên Îsraîlê û cîwarkiriyan li Kenara Rojava pirtir ji 640 Filîstînî kuştin û di êrîşên Filîstînîyan de jî herî kêm 19 Îsraîlî hatin kuştin.
Jêder: Reuters