Îsraîlê bi muşekan êrîş bir ser herêmên nêzî Şam ya paytexta Sûrîyê.
Medya fermî ya Sûrîyê ragihand ku sîstema berevanîyê jimareke muşekan pûç kirine, lê bi hin muşekan 8 kes birîndar bûne.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku êrîşen esmanî yên Îsraîlê dijî Artêşa Sûrîyê û komên bi piştgirîya Îranê li dar ketiye û 23 leşker hatine kuştin.
Karbidestên Îsraîlê ser vê êrîşa dawî hîn ti daxuyanî nedane.
Îran û Hizbulah ya li Lubnanê piştgirîya Serokê Sûrîyê Beşar Esad dikin.
Artêşa Sûrîyê bi piştgirîya komên girêdayî Îranê û Artêşa Rûsya li herêma Îdlibê pêşde diçe.