Îsraîl Jiber Îdiaya Karanîna Programa Pegasusê ya Dijî Welatîyan Dest bi Lêpirsînê Dike

Wêneyeke ji kontrolkirina sîstema teknolojî ya sîxûriyê ya Pegasus (Arşîv)

Wezîrê dadê yê Îsraîlê îro Çarşemê soz da ku ewê di derbarê îdayên ku sîstema teknolojî ya sîxûriyê ya bi navê Pegasus bo çavdêrîya welatiyên Îsraîlî hatiye bikaranîn, lêpirsîneke bide destpê kirin.

Li gor rojnameya Calcalist, Pegasus sala borî, dema ku Benjamin Netanyahu hîn serokwezîr bû ji hêla polîsan dijî kesên ku pêşengîya xwepêşandanên hemberî Netanyahu kirine jî hatiye bikar anîn.

Polîsê Îsraîlî ev nûçeya Calcalist, bi tundî red kir.

Wezîrê Ewlekarîya Giştî Omer Barlev, rexnegirek Netanyahu ku di Hezîranê dest bi kar kiriye, ji polîsê Îsraîlî parastineke zêdetir ya hûrgulî pêşkêş kir.

"Ji hêla polîs, bêyî biryara dadweran ti gohdarkirina telefonan yan hackkirina kompîtiran pêk nehatiye, " Barlev got.

Pegasus ji alîyê kompanîyeke Îsraîlî ya bi navê NSO ve hatiye afirandin û dikare têlefonek desta yan kompîtir veguherîne amûrek sîxuriyê.

Herwiha, bi hevkarîya rexistinên mafan û rojnamevanan derketibû holê ku Pegasus li seranserê cîhanê di sîxurîya rojnamevan û rexnegirên gelek hikûmetan de, hatiye kar anîn.

NSO ne piştrast dike û ne jî red dike ku wê teknolojîya Pegasus firotiye polîsê Îsraîlê.

Lê, dibêje ku ew 'piştî ku vê sîstêmê difroşe kiryarekî ku hikûmet be, tevlî bi ti awayî beşdarî karanîna wê nabe.'

Herwiha, NSO'yê piştî van raportan ji AFP re daxuyanîyeke şandiye.

"NSO berhemên xwe di bin lîsans û rêziknameyê de difroşe sazîyên îstixbaratê û ewlehîyê, da ku li gor biryarên dadgehê û qanûnên herêmî yên wan welatan, wanpêşî li teror û sûcan were girtin," wê got.

Wezareta berevanîyê ya Îsraîlê ku divê tevahîya derfirotina berhemên berevaniyê yên ku ji helaê Îsraîlê ve têne çêkirin erê bike, derbarê derfirotinên Pegasusê de, lêpirsîneke daye destpê kirin.