Îsraîl, ku li gor rêjeya nifûsê welatê herî zêdê vaksîna vîrusa korona karanî ye, dest bi normalkirina jîyanê dike.
Wezareta Saxlemî ya Îsraîlê bi daxuyanîyekê nivîskî ragihand ku karanîna maskan dê li cîhên vekirî ji roja Yekşemê pê ve ne mecbûrî be, lê cîhên girtî ew mecbûrîyet dê bidome.
Karbidestên Îsraîlê dîyar kiribûn ku bi kempeyna lêdana vaksînê hejmara pêketîyên nû yên vîrusa korona dadikevin û di 21’ê Sibatê de dest bi sistkirina tedbîran kiribûn.
Agahîyên ji jêderên Wezareta Saxlemî ya Îsraîlê raber dikin ku di demên dawî de her roj kêmtir ji 200 kes bi vîrusa korona dikevin.
Li Îsraîlê heta niha 836,504 kes bi vîrusa korona ketine û 6,312 kes bi wê mirine.