Lapid Dibêje Îsraîl Dijî Vejandina Peymana Navokî ya Îranê Ye

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid îro bi daxuyanîyeke ragihand ku Yair Lapid û Serokê Fransa Emmanuel Macron bi rêka telefonê pêyvajoya vejandina peymana navokî ya bi Îranê re gotûbêj kirine.

Lapid ji Macron re gotiye ku Îsraîl dijî vejandina peymana navokî ya bi Îranê re ye û herwiha ger vegera peymanê pêk were, wê Îsraîl pabend û girêdayê wê peymanê nebe.

"Serokwezîr ji Serok Macron re got ku Îsraîl dijî vejandina peymanê ye û wê jiber peymanek wiha ne mecbûrê ti berpirsîyarîyê be. Eî ji Macron re dîyar kir ku Îsraîl wê hemî tiştên pêdivî bike ku Îran negiheje asta çêkirina çekên navokî," daxuyanîyê got.