Îsraîl jiber Omicronê Bang li Welatîyên Xwe Dike ku Neçin Brîtanya û Belçîka

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Îsraîlê jiber fikarên li ser cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê, Brîtanya û Danîmarka xistine lîsteya sor.

Îsraîlê bang li welatîyên xwe kir ku neçin Brîtanya û Danîmarkayê.

Seroka Saxlemîya Gel ya Îsraîlê Sharon Alroy-Preis bi preskonferansekê da zanîn ku sînordakirinên bo rêwîtîya ber bi Brîtanya û Danîmarka dê roja Çarşemê destpê bikin.

Alroy-Preis da zanîn ku wan berê biryar daye ku ew Belçîka jî bixin lîsteya sor, lê jiber daketina rêjeya pêketinan ew welat niha ne di lîsteyê de ye.

Bi belavbûna cureya Omicronê re bi qasî 50 welat ketine lîsteya sor ya Îsraîlê û piranîya wan welatên Afrîqa ne.

Îsraîlê bo rê li ber belavbûna vîrusa korona bigire derîyên xwe li bîyanan girtine û Îsraîlîyên ji welatên derve tên jî ji 3 heta 7 rojan dikevin karantînê.

Sharon Alroy Preis di preskonferansê de dîyar kir ku pirtir jiber belavbûna cureya Omicronê ew mecbûr mane ku sînordakirinên nû ragihînin.

Karbidestên saxlemî yên Îsraîlê dibêjin ku heta niha 55 pêketinên vîrusa korona ya bi cureya Omicronê hatine tomar kirin.