Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîl Ser Xurtkirina Bazirganîyê Danûstandinê Dikin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bo çêkirina peymana bazirganî ya serbest dest bi danûstandinan kirine.

Reutersê da zanîn ku Wezîrê Aborî yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Abdulah Bîn Touq Al Marî û hemtayê wî yê Îsraîlî Orna Barbivai roja Duşemê civîneke onlayn çêkirine.

Wezareta Aborî ya Îsraîlê dîyar kir ku hin karbidest jî dê bo domdarîya danûstandinan heta roja Pêncşemê li Dubaî bimînin.

Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî par peywendîyên di asta normal de çêkiribûn.

Danûstandina aborî ya Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî par 125 mîlyon dolar bû û ew îsal heta niha giheştiye 500 mîlyon dolar.

Li gor nûçeya Reutersê, Barbivai di civîna onlayn de ji Bîn Touq Al Marri re gotiye ku ewê bi peymanê danûstandina di navbera her du dewletan de ji berê xurttir bikin.