Îsraîlê Êrîşên Tund Dike Ser Binesaziya Husiyan li Yemenê

Êrîşên Îsraîlê yên ser Yemenê

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee îro Pêncşemê ragihand ku piştî Hûsiyan, Îsraîl û welatiyên wê aramnc girtin, "Me îro li armancên terorê yên rejima Hûsiyan xist."

"Hêzên Berevaniya Îraîlê, dê dudil nebe ku her layenekê gefa li Îsraîlê û welatiyên wê bike eger ku çendî dûr bin jî ewê li wan bixin û armanc bigirin."

"Nakokiya me, ne bi gelê Yemenê re ne, lê bi Hûsiyan re ne, ku hewl didin êrîşî welatiyên me bikin," berdevk got.

Medya û serhildayên Hûsî gotin ku Îsraîlê roja Pecnşemê êrîşên esmanî birine ser jimareke armancan li Sen'a ya paytext û Hodeyde, ku di kontrola Husî yên ku Îran piştgirîya wan dike de ne.

Televîzyona El-Mesîra ya Hûsîyan ragihand ku di "êrîşên Îsraîlê" de firokxaneya Sen'a, bingeha El-Dailamiyê ya li kêleka wê û stasyoneke elektrîkê li Hodeyde hatine armanc kirin.

Roja Şemîyê di êrîşeke mûşekî ya Hûsîyan de, li Tel Avîvê 16 kes birîndar bibûn.

Piştî êrîşa Tel Avîvê, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû ku wî fermana têkbirina binesaziya Hûsîyan daye.

"Min ferman da hêzên me ku binesaziya Hûsîyan têk bibin jiber ku her kesê ku zrarê bide me wê bi hemû hezan were lêdan," wî got.

Milîtanên Hûsîyan herêmên herî qelebalix yên Yemenê kontrol dikin û Îran piştgirîya wan dike.

Hûsî ji destpêka şerê li Gazayê di Cotmeha sala borî de, bi îdîaya hevgirtina bi Filîstînîyan re mûşek û dronan tavêjin Îsraîlê, di heman demê de êrîşên wan li dijî tevgera keştiyên bazirganiya nêvdeweltî li avên deryayî yên li herêmê didomin.

Jêder:AFP