Amerîka Bawer Dike ku Îsraîlê di Bersiva li Dij Îranê de Armancên xwe Sînordar Kirine

Îsraîl, Aşqelon

Karbidestên Amerîkî bawer dikin ku Îsraîl di bersiva xwe de li hember êrîşa dawî ya Îranê de, asta armancên binesazîya leşkerî û enerjî yên wî welatî, teng kiriye, televîzyona NBC roja Şemîyê ragihand.

NBC ev nûçe ji zarê karbidestên Amerîkî yên ku navên wan nehatine eşkerekirin,ragihand.

Li gor wan karbidestên Amerîkî, ti nîşanek tuneye ku Îsraîl wê navendên navokî yên Îranê bike armanc û li wir kuştinan pêk bîne.

Herwiha Îsraîlê ser dem û çawanîya bersîvdana Îranê de hîn biryarên dawî nedaye.

Li gor nûçeya NBC, karbidestên Amerîkî û Îsraîlî gotine ku dibe ku di betlaneya heyî ya Yom Kippur de bersîvek were dayîn.

Karbidestên Îsraîlî li ser vê nûçeyê heya niha ti daxuyanî nedane.

Îsraîl bi berdewamî dibêje ku ewê bersîva êrîşa mûşekî ya Îranê ya di 1’ê Cotmehê de bide, ku wek tolhildana êrîşên Îsraîlê li Lubnan û Gazayê û kuştina serkirdeyekî Hamasê li Îranê hat kirin.

Artêşa Îsraîlê roja Yekşemê di daxuyanîyekê de got ku ew jibo têkbirina binesaziya Hîzbullahê operasyonên xwe yên li başûrê Lubnanê didomînin.

"Di roja borî de, IAF (hêza esmanî) li nêzî 200 armancên Hîzbullahê li kûrahiya Lubnan û başûrê Lubnanê, di nav de şaneyên terorîst, mûşek avêj, xalên mûşekên dijî tank, û cihên binesaziya terorîstan xistin," artêşê got.

Artêşê ragihand ku 5 mûşekên ku ji Lubnanê hatine avêtin, ji alîyê hêzên esmanî ve hatine astengkirin.

Artêşa Îsraîlê herwiha dîyar kir ku 2 leşkerên we bi giranî birîndar bûne, di du bûyerên cuda de di dema şer de li başûrê Lubnanê, dema jimareke leşkerên din jî bi sivikî birîndar bûne.

Artêşê got ku wan çekdarekî Hizbullahê li başûrê Lubnanê sax girtine, piştî dîtina tuneleke ku ber bi veşartgehekê ve diçe, ku tê de çek û alavên din hebûn.

Hîzbullahê jî roja Yekşemê di daxuyanîyekê de dijî bingeha veguhestinê ya Tirat HaCarmel li başûrê Hayfayê êrîşekî mûşekî ragihand.

Komê piştre got ku di navbera milîtanên wê û hêzên Israîlê de, li gundê sînorî yê Blida bi mîtralyozan li ser xala vala pevçûn derketine.

Jêder: Reuters/AFP