Ajansa Nûçeyan ya Netewî (NNA) ya dewleta Lubnanê îro Şemîyê ragihand ku Îsraîlê bi êrîşên li taxên derve yên Aitaroun yên li başûrê welêt 2 kes kuştin.
Artêşa Îsraîlê jî dîyar kir ku leşkeran li Aitaroun çekdarekî Hizbulahê tesbît kiriye û piştî demek kin firokeke Îsraîlî êrîşeke esmanî biriye ser wî.
NNA di nûçeya xwe de ragihand ku hêzên Îsraîlê bi du muşekan benzînxanek aramnc girtîye û di encamê de li derdorê xisareke cidî çêbûye.
Hizbulahê îro Şemîyê ragihand ku şervanên wê roket firandine Malkia ya li bakurê Îsraîlê û bersîv dane.
Îsraîlê ser wê ragihandina Hizbulahê hîn ti şirove nekiriye.
Bi gurbûna şerê li Gaza pevçûnên Hizbulah û Îsraîlê jî gur dibin û fikarên ser berfirehbûna pevçûnan zêdetir dibin.
Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Şemîyê ragihand ku piştî tankan li herêma Kfarkela êrîş birine ser avahîyeke leşkerî ya Hzibulahê firokan jî li Khiam êrîşî binesazîyê kirine.
Hizubulah, ku hevbenda Hamasê ye, dîyar dike ku ew bi êrîşên xwe piştigirîyê dide wan Filîstînîyan ku li Gaza di bin bombebarana Îsraîlê de ne.
Pevçûnên Hizbulah û Îsraîlê di asta herî bilind de ne ku ji sala 2006’an vir ve ti car wisa nebûye û jiber pevçûnan li her du alîyên sînor bi hezaran kes neçar man ku warên xwe terk bikin.
Jêder: Reuters