Hizbullaha Lubnanê Dibêje, Wê bi Roketan Bersiv Daye Êrîşa Îsraîlê

Bandora şerê Gaza li ser Başûrê Lubnanê û Peçûnên di Navbera Îsraîl û Hizbullahê de

Hîzbullaha Lubnanê ragihand ku milîtanên wê îro Çarşemê bi dehan roket avêtine ser Kiryat Shmona, bajarokê Îsraîlê yê li ser sînor.

Koma milîtanan got ku wê ev êrîş pêk anîye, wek tolhildana "komkujiya ku dijminê Zayonîst (Îsraîl) li gundê Hebariye li başûrê Lubnanê pêkanîye."

Karbidestên saxlemîyê yên Îsraîlî ragihand ku di êrîşa roketî ya Hîzbullahê de li Kiryat Shmona karkerek kargehekê hatiye kuştin.

Du jêderên ewlekarî yên Lubnanî ji Reutersê re ragihandin, di êrîşên Îsraîlê yên ser Hebbariye de, do Sêşemê, herî kêm 7 kes hatine kuştin.

Çavkaniyan got ku êrîşên Israîlî li ser navenda hawarçûnê û alîkariyê ya grûpa îslamî li gund hatine armanc kirin.

Li gor ragihandina heman jêderan Îsraîlê di êrîşên do Sêşemê de, li Hebbariye navenda hawarçûnê û alîkarîyê ya Hîzbullahê kirîye armanc.

Hîzbullahê herwiha îro Çarşemê êrîşên Îsraîlê şermezar kirin û ragihand ku do Sêşemê di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de li nêzî du bajarokan li bakurê rojhilatê Lubnanê, sê çekdarên komê hatine kuştin. Îsraîlê jî êrîş piştrast kir.

Pevçûnên Îsraîl û Hîzbullah ya ku Îran piştgirîya wê dike, ji destpêka şerê Îsraîl û Hamasê li Gaza di Cotmeha 2023’an ve gurbûn, her du alî li ser sînorê Lubnanê êrîşî hevdu dikin.

Şerê li Gaza belavî heremên din yên Rojhilata Navîn bûye.

Ji bilî alozîyên di navbera Îsraîl û hevbendê Hamasê Hîzbullahê de, Husîyên Yemenê yên alîgirê Îranê êrîşî keştîyên li Derya Sor û derdora wê dikin, û komên çekdar li Îraqê yên ku bi Tehranê re têkiliyên wan yên nêzîk hene, êrîşî bingehên ku hêzên Amerîkî li wî welatî lê dimînin dikin.

Jêder: Reuters