Armancgirtina Balyozxaneya Îranê Li Şamê

Êrîşa Îsraîlê ya li Şamê û Kuştina hin Fermandarên Pasdaran

Firokên cengê yên Îsraîlî roja Duşemê avahîyeka girêdayî balyozxaneya Îranê li paytexta Sûrîyê, Şamê, bombebaran kir.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku di encama bombebaranê de 11 kes hatine kuştin, ji wan 8 serbazên payebilind ên pasdarên Îranî ne.

Şopîner balê dikşînin ku girjîya di navbera Îsraîl û Îranê de ji destpêka şerê li Gazayê zêde bûye, ku axa Sûrîyê bûye meydana hevrikîya her du alîyan.

Lêkoler û çêvdêrê sîyasî Munzir Mihemed dibîne ku Îsraîl bi êrîşan dixwazê fişarê li Îranê zêde bike, ku ev yek jî girêdayî şerê Gazayê ye.

Wî got, “Xuya ye ku Îsraîl êdî hemû pêgehên ku Îranê xwe tê de bicîh kiriye li Sûrîyê û Libnanê dike armanc, ku Îsraîl dixwaze zexteke mezin li ser hebûn û tevgera Îranîyan çêke û mercên xwe derbara siberoja Gazayê de ferz bike, çimkî bandora Îranê li ser Hamasê heye”.

Munzir Mihemed


Li ser bombebarana balyozxaneya Îranê, Wezareta Derve ya Rûsya bi daxuyanîyekê bûyer şermezar kir û got ku êrîşên li ser dezgehên dîplomasî û qunsulxaneyan nayên pejrandin.

Tê zanîn ku Rûsya û Îran piştgirîya rejîma Sûrî dikin, herwiha ezmanê Sûrîyê di bin çavdêrîya hêzên Rûsî de ye, loma hin çavdêr îdîa dikin ku Îsraîl di êrîşên xwe de hevrêzîyê bi Rûsya re dike.

Nivîskar û şîrovekarê sîyasî Cemîl Reşîd dibêje ku berteka Rûsya ji asta gotinan dernakeve, ku piştî şerê Ukraynayê bandora wê lawaz bûye.

“Erêkirineke Rûsî heye ku Îsraîl pêgehên Îranê li Sûrîyê armanc bike, ev yek di stratejîya Îsraîlê de ye, loma ew bi hemû awayan fişarê li hebûna Îranê dike, herwiha qelskirina rola Îranê li Sûrîyê berjewendîyeke Rûsya jî tê de heye, loma ewê ti destekê nede Îranê,” Reşîd got.

Cemîl Reşîd


Ajansa nûçeyan ya Tasnim ya Îranî li ser zarê serokê Îranî Îbrahîm Reyîsî roja Sêşemê ragihand ku, “Êrîşa Îsraîlî li ser balyozxaneya Îranê li paytexta Sûrîyê, dê bêbersiv nemîne”.

Girêdayî siberoja girjîya di navbera Îran û Îsraîlê de, Reşîd bawer dike ku bersiva Îranê dê ji asta heye dernekeve û dê hewl bide hîn xwe li ser erdê xurttir bike.

Wî got, “Tevî ku êrîşa li ser balyozxaneyê li Şamê weke êrîşeke li ser axa Îranê tê dîtin, lê, ez bawer nakim şerekî berfireh û vekirî di navbera Îran û Îsraîlê de derkeve, tersî wê lihevhatinên nû pêkane çêbibin û balansên nû li herêmê derkevin, çimkî ev ne cara yekê ye fermandarên Îranî li Sûrîyê tên kuştin.”

Li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ji destpêka vê salê de, 2024an, Îsraîlê 30 carî êrîş li dijî axa Sûrîyê pêk anîne, tê de 59 cîh hatine armanckirin.

Di encama van êrîşan de 126 kes, ji pasdarên Îranî, Hizbullahê Libnanî, mîlîşyayên Îranî yên Sûrî û Îraqî, herwiha leşkerên artêşa Sûrî, hatine kuştin.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_04_02_2024_Israel_Bombed_Iranian_Embassy_Damascus.mp3