AFP: Tankên Îsraîlê Gihîştin Kolana Sereke ya di Navbera Beşên Bakur û Başûrê Gazayê de

ISRAEL-PALESTINIAN-CONFLICT

AFP ji zarê Şahidan radigihîne ku tankên Îsraîlê gihiştine dewrûberên taxa Zeytûn ya Gazayê û kolana Selaheddin qut kirîye ku rêya sereke ye, ya ku kerta Gazayê dike du beş, beşa bakur û başûr. Her orombîlek derbaz dibe rastî teqekirina ji aliyê artêşa Îsraîlê ve tê.

Berî niha Îsraîlê bang li sivîlên li bakurê Gazayê kiribû ku ji herêmê vekiştin û herin başûrê kerta gazayê jiber ku herêma bakur dê bikeve ber êrîşên giran.

Hemasê daxuyaniyek weşand dibêje, bi çi awayî hêzên Îsraîlê di êrîşa bejahî de pêşveçûn di nava Gazayê de bidest ne xistine.

Tiştê ku li ser rêya Selahedîn çêbû ye, çend tank û buldozerek ji aliyê (Cûhir El-Dîk) ve, li rojhilatê Gazayê ketine hundir, li du otombîlên sivîl xistine û çalek li ser rê çêkirine û paşî paşve ve, vegeriyan e, weke daxuyaniya Hemasê dibêje.

Heya dema amadekirina vê raporê, Îsraîlê daxuyaniyek belav nekiriye, lê Captain Ella, berdevka beşa erebî ya artêşa Israîlî di X'ê (Twitera berê) de gotiye, di 24 saetên borî de nêzîkî 600 sengerên Hemasê bûne armanca êrîşan û di encamê de bi dehan çekdarên Hemasê hatine kuştin., yên ku di avahiyan û tunelan de xwe veşartbûn.

Li aliyekî din, Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê li Gazayê got ku heta roja Duşemê herî kêm 8,306 kes, ji wan 3,457 zarok, hatine kuştin.

Herwiha nûçegihanê kenalê Alhurra yê Amerîkî ku bi zimanê Erebî weşanê dike li Gazayê ragihand ku rapor hene teekz dikin ku hêzên Îsraîlê gihane kolana Selahedîn, ev jî tê wê wateyê ku rêyên di navbera parêzgehên bakur û başûr de li kerta Gazayê qut dibin.

Çavkanî: Hin agahî ji AFP'ê hatine girtin.