Îsraîl Êrîşên Esmanî Dibe ser Çekdarên Hizbulahê

Hêzên Îsrîalê îro Çarşemê êrîşên esmanî birin ser çekdarên Hizbulahê yên li başûrê Lubnanê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bala êrîşan li ser binesazîya Hizbulahê bûye û dîyar kir ku hêzên wan dijî gefên wê rêxistinê top jî bikar anîne.

Hizbulahê jî roket firandin Îsraîlê ku li gor ragihandina artêşa wê dewletê hin ji wan hatine sekinandin û hin ji wan jî li qadên vala ketine û ti zarar û zîyan çênekirine.

Bi pevçûnên Îsraîl û Hizbulahê fikar çêbûne ku şerê Hamas ya hêzên Îsraîlî yên li Kerta Gaza berfireh bibe û li herêmê belav bibe.

Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand ku Wezîrê Berevanîyê Lloyd Austin û hevtayî wî yê Îsraîlî Yoav Gallant do Sêşemê bi rêka telefonê ser pevçûnên Îsraîl û Hizbulahê peyivîne.

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder got ku wezîrên berevanîyê ser bendergeha demkî ya li berava Gaza ya Amerîka jibo şandina alîkarîyên jibo Filîstînîyan ava kiriye danûstandin kirine.

Di rojên borî de jiber pêlan bendergeh qut bûbû û hin kêşeyên din jî dûre çêbûbûn ku Austin ji Gallant re gotiye ku ewê di demeke nêz de karên xwe yên jibo wê bendergehê bisekinînin.

Ryder dîyar kir ku Austin gotiye ku divê şandina alîkarîyên bi rêkên bejayî zêdetir bikin û bal kişandiye ser alîkarîyên di ser Bendergeha Aşdod ya Îsraîlê re belav dibin.

Pentagonê ragihand ku Austin piştrast kiriye ku Washington jî dixwaze ku Hamas bi awayekî mayînde were têk birin û hemî rehîneyên di destê wê de bi awayekî ewle serbest bimînin.

Amerîka, Misir û Qatar jibo agirbesta Îsraîl û Hamasê ser sekinandina şer, berdana rehîneyên li Gaza û zêdekirina alîkarîyên jibo sîvîlên Filîstînî hewil didin ku danûstandinê bikin.

Hamas di êrîşên 7’ê Cotmehê de bi qasî 250 kes dîl girtin û 1200 kes kuştin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku ji wê demê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 38,700 kesan canên xwe ji dest dane.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar dike ku ji çar paran sê parên nifûsa Gaza ya 2,3 mîlyonî ji warên xwe derkerinet û bi qasî tevahîya wan bi rîskên xelayê re rûbirû mane.

Karbidestên Îsraîlî do Sêşemê ragihand ku ewê jibo mêrên Cihû yên ultra-Ortodoks seba şerê li Gaza bibin leşker fermanan bişînin.

Heta biryara meha Hezîranê ya Dadgeha Bilind jî ew Cihûyên pir Ortodoks ji leşkerîyê miaf bûn.