Xelkê Gazayê jiber Êrîşên Nû Yên Îsraîlê Direvin ku Hamas Wan Wek Gefa Ser Agirbestê Dibîne

Li taxa Tuffah ya rojhilatê bajarê Gazayê, xelk di nava xirbeyan de hewl didin ku birevin,jiber pevçûnên berdewam yên di navbera Îsraîl û Hamasê de, 8’ê Tîrmeha 2024’an.

Rûniştvanên bajarê Gaza îro jiber êrîşên Îsraîlê dîsa direvin, dema ku tank peşveçûna nava bajêr didomînin û koma çekdar Hamas dibêje ev êrîşa Îsraîlê danûstandinên agirbestê dixe xeterîyê.

Tankên Îsraîlî peşveçûna xwe ya li taxên Şecaya, Sebra û Tel-Hawa kûrtir kirin, ku rûniştvanan roja borî di navbera hêzên Îsraîl û milîtanên Hamasê de şer û pevçûnên pir dijwar ragihandin.

Dîmenên ser medya civakî nîşan didin ku malbatên Filîstînî doşek û hin tiştên din dane ser erebeyên ku ker dikşînin û ew di nav kolanên bajêr re dimeşin da ku ji heremên di bin fermanên valakirinê de birevin.

Heyva Sor ya Filîstînê ragihand ku jiber fermana valakirinê hemû navendên wê yên bijîşkî li bajarê Gaza ji xizmetê derketine.

Karbidestên saxlemîyê yên Fîlîstînî ragihandin ku di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de îro Sêşemê 18 kes hatine kuştin, 6 li malekê li navenda bajarê Gaza, 9 li du malan li El-Nuseyrat û Deir El-Belah û 3 jî li Refah.

Pizîşkan got ku di êrîşeke Îsraîlê li kampa El-Bureij de herî kêm 7 kes hatine kuştin, ku piranîya wan zarok bûn.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyanîyeke ragihand ku ew operasyonên xwe yên li bajarê Gazayê didomîne, jiber agahîyên îstixbaratî li herêmê hebûna Hamas û Cîhada Îslamî nîşan didin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku hêzên Îsraîlê bi dehan çekdar kuştine û gelek çek bi dest xistine.

Baskên çekdar yên Hamas û Cîhada Îslamî gotin ku wan dijî hêzên Îsraîlî li Tel El-Hawa bi roketên dijî tank û hawanan şer kirin, û ziyanên canî gihandine wan. Lê, artêşa Îsraîlê li ser van daxuyanîyana heya niha ti şîrove nekirîye.

Di hefteyên dawî de hêvîyên jibo peymanek agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de zêde bûbûn.

Plana agirbestê ya bi sê qonaxî dawîya Gulanê ji alîyê Serokê Amerîka Joe Biden ve hat ragihandin û bi navbeynkarîya Misir û Qatarê ser wê danûstandin têne kirin.



Ew plan armanc dike ku dawî li şer bîne û rehîneyan serbest berde ku tê de agirbesteke 6 hefteyî ya tam e, wê li berdêla dîlên Îsraîlî de, jin, kal, pîr û nexweş, bi sedan girtîyên Filîstînî werin berdan.

Karbidest dîyar dikin ku ewê di wê agirbestê de hêzên Îsraîlê ji hin herêmên Gaza vekişin û ewê destûr were dayîn ku Filîstînî vegerin malên xwe yên li bakurê Gaza.

Hamasê hefteya borî beşek serekî ya pêşnîyara agirbestê ya Biden qebûl kir.

Berdevikê ewlekarîya neteweyî ya Qesra Spî John Kirby do Duşemê got ku, lê dîsa jî di navbera her du alîyan de ser xalên peymanê lihevkirnekek tam hîn çênebûye.

Ev opearsyan tund ya Îsraîlê jî ser hêvîyên jibo agirbesta li Gaza fîkaran çêdike.

"Ev êrîşên nû dibe ku pêvajoya danûstandinan vegerîne asta yekê", Hamasê roja Duşemê ji zarê serokê xwe Îsmaîl Hanîyyeh got.

Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu danûstandinan bidomine. lê dibêje ku divê peyman rê li ber Îsraîlê negrê ku jinûve dest bi şer bike.


Hevdem Netanyahu israr dike ku divê peyman rê li ber Îsraîlê negrê ku jinûve dest bi şer bike, heta ku ew armancên xwe yên şer pêk bîne, tevî tunekirina Hamasê.

Karbidestekî Filistînî ku ji danûstandinan haydar e îro destnîşan kir ku divê Îsraîl gava pêş ve bavêje.

"Hemû tişt niha girêdayê Netanyahu ye. Hamasê helwesta xwe eşkere kir û bi têra xwe nermbûn nîşan da, ku peyman pêkan be. Lê tewra Îsraîlî jî dibêjin ku hemû girêdayêNetanyahu ye ku gelo ew peymaneke dixwaze yan na," wî got.

Şerê li Gaza di 7ê cotmehê de destpê kir, dema ku mîlîtanên bi pêşengîya Hamasê êrîşî başûrê Îsraîlê kirin, ku li gor daneyên Îsraîlê 1200 kes hatin kuştin û 250 jîlwek dîl hatine revandin.

Wezareta Saxlemîya Gazayê dibêje ku di şerê Îsraîlê yê li Gaza de heta niha zêdetirê 38 hezar Filîstînî hatine kuştin.

Jêder: Reuters