CPJ Bang li Îsraîlê Dike ku Alavên Weşana Zindî yên AP Vegerîne

Dîmenek ji vîdyo ya AP’ê, ku dîmenek giştî ya bakurê Gazaê nîşan dide ku başûrê Îsraîlê jî tê dîtin, berîya ku karbidestên karbidestên Îsraîlî weşana zindî qût kirin û dest danîn ser alavan, 21 Gulan, 2024.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Sêşême ragihand ku divê karbidestên Îsraîlî alavên Associated Press (AP) ku li başûrê Îsraîlê dest danîne ser, demûdest vegerînin .

"CPJ xembar e ku desthilatdarîyê Îsraîlê dest danîye ser alavên weşanê yên AP, ajansek navneteweyî ya nûçeyan ne ku ji şerê berdewam yê Îsraîl-Gaza ragihinadinên pir girîng pêk tîne," Rêvebirê Bernameya CPJ Carlos Martinez de la Serna got.

Karbidestên Wezareta Ragihandinê ya Îsraîlê îro li bajarê Sderot li başûrê welêt, dest danîn ser kamerayek û alavên weşanê yên AP, bi îdiaya ku ajansê qanûna nû ya weşanên biyanî binpê kiriye, bi parvekirina hin dîmenan zindî bi kanala El Cezîre ya Qatarê.

Ajansa nûçeyan AP ya Amerîkî bi daxuyanîyeke tawanbarîya Îsraîlê red kir û herwiha rawestandina weşana zindî û dest dayîna ser alavên weşanê yên ajansê bi tundî şermezar kir.

” Qûtkirina weşana me ya zindî pêk hat; ne jiber naveroka weşanê me, lê jiber ku hikûmeta Îsraîlê qanûna nû ya weşana biyanî bi nêta xirab bikar anî. Em bang li karbidestên Îsraîlî dikin ku alavên me vegerînin û bihêlin ku em demûdest jinûve dest bi weşana xwe ya zindî bikin, ku em karibin vê rojnamevanîya dîtbarî ya girîng pêşkêşî bi hezaran dezgehên ragihandinê li çaralîyê cîhanê bikin,” Lauren Easton, cîgirê serokê AP got.

Ajansê herwiha dîyar kir ku El Cezîre yek ji hezaran dezgehên ragihandinê yên kiryarên AP’ê ye û ew dîmeên zindî ji AP û rêxistinên din yên nûçeyan werdigre.

CPJ bi bîr xist ku Îsraîlê di 5’ê Gulanê de, hemû kiryarên El Cezîre yên li wî welatî we qedexe kirib û û ofîsên televîzyonê girtibû.

Îsraîlê cara yekê qanûna medyayê ya nû wê girtina El Cezîre bikar anî, ku destûrê dide weşana kanalek biyanî were qedexe kirin, ger naverok wek xeterîyek ser ewlehîya welat di dema şerê berdewam de were nirxandin.

CPJ bal kişand ku Îsraîlê kempenya xwe ya bêdengkirina medyayê bi qedexekirina El Cezîre daye destpê kirin û niha jî vê yekê wekî sedem bikar tîne da ku AP asteng bike.

Sazîyê bang li karbidestên Îsraîlî kir ku tacîzkirin û sansurkirina rojnamevanên ku şer dişopînin rawestînin.

“Divê Îsraîl dawî li vê kempanya sansurkirinê bîne, alavên AP’ê vegerîne, û rê bide ku hemû dezgehên ragihandinê yên navneteweyî - di nav de El Cezîre - bi azadî li welêt kar bikin."

Jêder: CPJ