Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Duşemê dîyar kir ku bo Misilmanên Îsraîlî yên nimêjkerên li mizgefta El Aqsa ya Orşelîmê, di meha Remazanê de, li gor hewcedarîyên ewlekarîyê yên Îsraîlê, wê destûreke sînordar were dayîn.
Ofîsa Netanyahu ev daxuyanîya îro da, ser pirsa egera astengkirina gihiştina mizgefta El Aqsa bo Misilmanên Îsraîlî di meha Remezanê de.
"Serokwezîr di çarçevoya hewcedarîyên ewlekarîyê yên ku ji hêla pisporan ve hatine destnîşankirin, biryareke hevseng da ku destûrê bide azadîya nimêîjkirinê," ofîsa wî got.
Lê, ofîsa Netanyahu di derbarê destûra nimêjkirinê li El Aqsa ti hûrgulî eşkere nekirin.
Îsraîl bi gelemperî di derbarê gihiştina cîhên nimêjkirinê yên misilman û Cihûyan de pîvanan destnîşan dike – wek temen- da ku li wan cîhan egera tundîyê kêm bike.
Hatibû ragihandin ku Netanyahu duh Yekşemê berî destpêkirina meha Remezanê bi wezîr û karbidestên payebilind ên berevanîya Îsraîlê re jibo şêwira ewlekarîyê civîya ye.
Di civînê de karbidestên berevanîyê bi taybet jî wezîrê ewlehîya Neteweyî Itamar Ben-Gvir ji Netenyahu xwestine ku tenê jimarek sînordar ya Misilmanên li Orşelîmê karibin têkevin nava El Aqsa, yên ku sazîya istixbarata navxweyî Shin Ben erê bikin.
Jêder:Reuters, AFP