Karbidestê Îsraîlî Dibêje Şerê dijî Hamasê Wê Heta Dawîya Salê Bidome

Tzachi Hanegbi

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Îsraîlî Tzachi Hanegbi îro Çarşemê got ku şerê dijî Hamasê li Gazaê dibe ku heft mehên din heta dawîya salê bidome, jibo pêkanîna armanca tunekirina koma çekdar ya Hamasê.

"Dibe ku em heft mehên din şer bikin da ku serketina piştrast bikin û bigêhêjin armancên xwe yên têkbirina hêz û kanînên leşkerî yên Hamasê."

Tzachi Hanegbi jibo Îsraîlê wateya serkeftîna li Gaza eşkere kir.

"Serketin ji bo me tê wateya têkbirina kanînê leşkerî yên Hamasê, vegerandina hemû dîl û piştrastkirina ku di dawîya şer de êdî gefên ji Gaza nemane," wî got.

Hanegbi ev daxuyanî ji radyoya dewlata Îsraîlê Xan re da û got ku Îsraîl wê serkeftina xwe dîyar bike, dema ku "êdî ti artêşên terorîst yên ku Îran fînanse dike li ser sînorê me nema,"

Karbidestê Îsraîlî herwiha da zanîn ku gotûbêjên li ser siberoja Gaza ya piştî şer gotûbêj didomin.

"Em hewl didin plan bikin ku piştî şer wê çi bibe, da ku Filîstînî berpirsiyarê jiyana xwe bin. Emê ji ewlekarîya Îsraîlê berpirsîyar bin, lê em naxwazin li Gaza desthilatdarîyê bikin."

Jêder: AFP