Meşa Xwepêşanderên Îsraîlî Ji Tel Avîv Bo Orşelîmê Berdewam E

Bi hezaran Îsraîlî - tevî malbatên zêdetirî 50 dîlên di destê Hamasê de jî – îro Şemîyê beşê dawî yê meşa xwe ya 5 rojan ji Tel Avîvê ber bi Orşelîmê ve didomînin.

Di meşa berdewam de, xwepêşandaneran bang li hikûmetê kir ku bo rizgarkirina 240 dîlên ku di destê Hamasê de ne, bêtir kar werin kirin. Li bendê ye ku bi hezaran meşvan îro bigehêjin ber mala serokwezîr Benjamin Netanyahu û wî şermazar bikin.

Berdevikê malbatan, Liat Bell Sommer, dîyar kir ku ji kabîneya şer ya Netanyahu du wezîr, Benny Gantz û Gadi Eisenkot qebûl kirine ku bi malbatan re bicivin.

Sommer herwiha got ku hîn ne dîyar e ka Netanyahu jî wê beşdarî heman civînê bibe yan na.

Gelek malbat, dost û hevalên dîlên di destê Hamasêde, ji hikûmeta Netanyahu aciz in û rexne dikin, jiber ku hikûmet ser rewş û rizgarkirina dîlan agahîyên berfireh nade wan.

Xwepêşander ji hikûmetê daxwaz dikin ku agirbestekê yan di berdêla dîlan de berdana girtîyên Filistînîyan binirxîne. Lê, hikûmeta Netanyahu heya niha her du pêşnîyar jî qebûl nekirine.

Hamasê pêşnîyara pevguhertina hemû dîlan bi 6 hezar Filistînîyên di girtîgehên Îsraîlê de ne kir, ku civata wezîran ya kabîneya şer ya Netanyahu red kir.

Jêder: AP