Îsraîl Dibêje Ewê Vîzayê Nede Karbidestên NY

Guterres û serokê berê yê Îsraîlê Reuven Rivlin li Qesra Seroktîyê li Orşelîmê (Tebax 2017)

Îsraîlê ragihand ku ewê jiber gotinên Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres vîzayê nedin karbidestên wê rêxistinê.

Balyozê Îsraîlê yê li NY’ê Gilad Erdan îro Çarşemê got ku wan vîza nedaye Cîgirê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Mirovahî yê NY’ê Martin Griffiths.

Erdan dîyar kir ku ewê bi nedayîna vîzayan dersekê bidin NY.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Guterres do Sêşemê gotibû ku axa Filîstînê 56 in ji alîyê Îsraîlê ve hatiye dagir kirin û êrîşên 7’ê Cotmehê hema wisa ji nişkeve çênebûne.

Balyozê Îsraîlê Erdan ser gotinên Guterres bertek nîşan da û bang li wî kir ku karvekişîna xwe ragihîne.

Erdan îdia kir ku Guterres ne di wê astê de ye ku rêvebirina NY’ê bike.

Guterres jî ji platforma X’ê dîyar kir ku wî di axaftina xwe de gotiye ku mexdûrîya Filîstînîyan êrîşên hov yên Hamasê rêwa nake.

Jêder: Reuters, AFP