Nexweşxaneyeke Gaza Dibêje Îsraîlê li Kampa Nuseyratê 20 Kes Kuştine

Nexweşxaneyeke li Gaza îro Yekşemê ragihand ku Îsraîlê êrîşeke esmanî biriye ser kampeke penaberan ya li navenda axên Filîstînîyan û bi kêmî ve 20 kes kuştine.

Nexweşxaneya Şuheda El-Aqsa bi daxuyanîyekê ragihand ku êrîşa Îsraîlê li Mala Hasan ya li Kampa Penaberan ya El-Nuseyrat hedef girtiye, xêncî 20 kuştîyan, gelek kes jî birînar bûne.

Dîdevan dîyar dikin ku êrîş bi saeta herêmî serê sibê di saet dora 3’yan de çêbûye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ser ragihandinên derbarê êrîşê lêkolînê dike.

Ajansa fermî ya Filîstînîyan, Wafa ragihand ku di nav birîndaran de zarok jî hene û tîmên hawarê lêgerînên di bin enqazan de didomînin.

Artêşa Îsraîlê serê Gulanê li Refahê dest bi operasyonê kir û ji wê demê vir ve ji Kampa Nuseyratê pevçûnên gur û bombebaranên giran yên hêzên Îsraîlî têne ragihandin.

Çekdarên Filîstînê û leşkerên Îsraîlê çend roj in li Kampa Jabalya ya li bakurê Gaza pev diçin.

Dîdevan dîyar dikin ku Îsraîlê bi şev êrîşên esmanî hin malên din jî hedef girtine û êrîş birine ser hin herêmên Refahê.

Artêşa Îsraîlê do Şemîyê ragihand ku li Gaza du leşkerên wê yên din hatine kuştin.

Li gor ragihandina artêşê ji Cotmehê vir ve di operasyona Gaza de 282 leşkerên Îsraîlê canên xwe ji dest dane.

Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş biribûn ser başûrê Îsraîlê ku karbidestên Îsraîlê didin zanîn ku di wan êrîşan de 1200 kes hatine kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatine girtin.

Rêvebirên li Gaza didin zanîn ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 35,000 Filîstînî hatine kuştin.