Îsraîl Plana Avakirina Bi Hezaran Wargehên Nû Li Kenara Rojava Dike

Wargehên Îsraîlî

Hikûmeta Îsraîlê îro Yekşemê planên nû pêşniyar kir jibo erêkirina destûrên avakirina bi hezaran wargehên nû li Kenara Rojava, tevî fişarên Amerîkî jibo rawestandina avakirina van komgehan ku Waşinton wekî asteng jibo aştîya ligel Filestînîyan dibîne.

Plana erêkirina avakirina 4,560 yekîneyên niştecihbûnê li çend deverên Kenara Rojava di ajendeya Civata Îsraîlî ya Bilind ya Plankirî de ye ku hefteya li pêş kom dibe. Heta niha ji wan 1,332 yekîne erêkirina dawî wergirtine û yên mayî jî di prosesa erêkirina destpêkî re derbas dibin.

Wezîrê darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich got ku “ewê avakirina komgehan berdewam bikin û hebûna Îsraîlê li wê deverê xurtir bikin.”

Piranîya welatan van komgehên ku li ser axa ku ji alîyê Îsraîlê ve di şerê 1967'an de hatiye kontrolkirin, wekî ne qanûnî dibînin. Hebûna wan yek jî pirsgirêkên bingehîn yên nakokîya Îsraîlî û Filestînî ye.

Wekî bersiv bo biryara Îsraîlê ya roja Yekşemê, Desthilatdarîya Filestînî ku xweseriyeke sînordar li hin deverên Kenara Rojava birêve dibe, got ku ewê civîneke Komîteya Aborî ya Hevbeş ligel Îsraîlê boykot bike ku biryar bû roja Duşemê pêk were.

Çavkanî: Reuters