Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Bo Nexweşxanyê Tê Veguhestin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu (Arşîv)

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Şemîyê hatiye rakirin bo nexweşxaneyê, piştî ku wî hest bi "gêjbûnê" kiriye, nivîsgeha wî bi daxuyanîyekê ragihand.

Nivîsgeha Netanyahu hevdem da zanîn ku serokwezîrê 73 salî hineke bêhêz e, lê rewşa wî baş e.

Nivîsgehê herwiha got ku Netanyahu niha di bin nirxandinên bijîşkî de ye, li nexweşxaneya Şeba, ku li nêzî Tel Avîvê ye.

Di daxuyanîyeke duyê de, Nivîsgeha wî got ku Netanyahu doh Înê dema xwe di germehîya Derya Celîlê de, ya li bakurê Îsraîlê derbaz kiriye.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku, "Îro, ew hinekî gêj bû û li ser şîreta doktorê wî yê şexsî, Dr Zvi Berkowitz, beşê tengaviyan yê Şeba hat birin ."

Nivîsgehê herwiha dîyar kir ku lêkolînên destpêkê yên ser saxlemîya Netenyahu encamên normal nîşan dane û nirxandina destpêkê ya doktoran ziwabûn e.

Serokwezîr Netanyahu wê dîsa jî di rêzek testên din yên bijişkî de were derbazkirin, Nivîsgehê got.

Netanyahu yê ku di dawîya sala borî de wek serokwezîr jinûve hat hilbijartin, seroktîya koalîsyoneke rastgir ya tund dike û bo nûvekirina sîstema dadmendî ya Îsraîlê dixwaze qanûneke nû derxîne.

Lê, jiber vê hewla Netenyahu ji meha Çile û vir ve ve li Îsraîlê xwepêşedanên girseyî yên heftane têne darxistin.

Serokwezîr Netanyahu hevdem jiber tawanên gendelîyê jî tê darizandin ku ew tawanbarîyan red dike.

Hejayê bi bîr xistinê ye ku Netenyahu di Cotmehê de jî, şevekê li nexweşê mabû. Nivîsgeha wî wê demê gotibû ku Netenyahu ku dema rojîya Cihûyan ya Yom Kippur digirt, ew nexweş ketibû.

Çavkanî: AFP