Lubnan: Tankên Îsraîlê 6 bajarokên Başûr Bombebaran Kirin

Tankên Îsraîlê li nêzî sînorê başûrê Lubnanê li joriya Celîl 27 Mijdarê, 2024.

Tankên Îsraîlê roja Pêncşemê şeş bajarokên li ser sînorê başûrê rojhilatê Lubnanê bi Îsraîlê re topbaran kirin, jêderên ewlekarî û medya dewletê ya Lubnanê ragihandin, rojek piştî agirbesta ku "operasyonên leşkerî yên êrîşkar" kete merîyetê.

Tankan bajarokên Markaba, Wazzani û Kfarchouba, Xiyam, Taybe û deştên çandiniyê yên li derdora Mercayûn, armanc kirin, ku hemû di du kîlometre durî Xeta Şîn in, ku sînorê di navbera Lubnan û Îsraîlê de dîyar dike.

Yek ji jêderên ewlehîyê ragihand ku li Markaba 2 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hatina gumanbaran li gelek deveran li başûrê Lubnanê hatiye dîtin û ev yek wek binpêkirina agirbesta bi Hîzbullahê re bi nav kir.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee hişyariyek ji niştecihên Lubnanî re dubare kir û got ku venegerin malên ku li devera Xeta Şîn.

"IDF naxwaze we bike armanc û loma heya agahdarîyek din di vê qonaxê de qedexe ye ku hûn vegerin malên xwe li başûrê vê xetê. Her kesê ku li başûrê vê xetê tevdigere xwe dixe xeterîyê," wî di postek li ser X got.

Agirbesta di navbera Îsraîl û Hîzbûllaha Lubnanê ya çekdar de roja Çarşemê bi navbeynkarîya Amerîka û Fransa destpê kir, bi armanca ku rê bide xelkê her du welatan ku vegerin malên xwe yên li deverên sînorî yên ku jiber şerê 14 mehan revîyabûn.

Lê rêvebirina vegera xelkê tevlîhev bûye. Hêzên Îsraîlê di nav axa Lubnanê de li bajarokên li ser sînor bi cih bûne, û sibeha Pêncşemê artêşa Îsraîlê ji niştecihên bajarokên li ser xeta sînor daxwaz kir ku jibo ewlekarîya xwe hîn venegerin.
Sê bajarokên ku sibeha Pêncşemê hatin lêdan di hundurê wê xetê de ne.

Hîzbullah yan jî Îsraîlê li ser topbarankirinên tankan heya niha ti daxuyanî nedane.

Peymana agirbestê, wek serkeftinek dîplomatîk ya kêm, dawî li pevçûna herî kujêr ya di navbera Îsraîl û koma mîlîtan Hîzbullah ya bi piştgirîya Îranê de anî.

Lê Îsraîl hîn jî li Kerta Gazayê şerê xwe yê din yê mezin, dijî koma milîtanên Filiîstînî Hamasê didomîne.

Li gor peymana agirbestê, hêzên Îsraîlê divê heta 60 rojan ji başûrê Lubnanê vekişin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku wî ferman daye artêşê ku nehêlin niştecîh vegerin gundên nêzî sînor.

Serokê parlemana Lubnanê Nebîh Berrî, ku di danûstandinên agirbestê de,karbidestê herî bilind yê Lubnanê ye, roja Çarşemê got ku niştecî dikarin vegerin malên xwe.

Herwiha hat ragihandin ku artêşa Lubnanê leşker û tankan li seranserê başûrê welêt bi cîh dike, dema ku agirbest bi gelemperî di roja duyemîn de didome.

Jêderekî ji artêşa Lubnanê got ku hêzên wê li başûrê çemê Lîtanî "nobederîyê pêk tînin û xalên kontrolê ava dikin" bêyî ku ber bi deverên ku hêzên Îsraîlê lê ne, pêş ve biçin.