Îsraîl Dibêje Wezîrê Derve Bi Hevtaya Xwe Ya Lîbî Re Li Ser "Îmkanên Hevkariyê" Civiya

Wezareta derve ya Îsraîlê roja Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku wezîrê derve hefteya borî li Îtalyayê ligel wezîra derve ya Lîbyayê hevdîtinek pêk anî, tevî ku herdu welatan têkiliyên xwe yên dîplomatîk nînin.

Civîna di navbera wezîrê derve yê Îsraîlê Eli Cohen û wezîra derve ya Lîbyayê Najla Mangoush de ji aliyê wezîrê derve yê Îtalya Antonio Tajani ve hat lidarxistin.

Cohen di daxuyaniyekê de got: "Ez bi wezîra derve re li ser imkana mezin a herdu welatan ji bo avakirina têkiliyên wan re peyivîm, û her weha girîngiya parastina mîratên cihûyên Lîbyayê, ku tê de nûkirina kenîs û goristanên cihûyan li welat dihewîne."

Li gorî daxuyaniyê, wezîran li ser têkiliyên dîrokî yên di navbera herdu welatan de û "îmkana hevkariya di navbera wan de û alîkariya Îsraîlê di mijarên mirovî, çandinî, rêveberiya avê de," gotûbêj kirin.

Çavkanî: Reuters