Piştî Kuştina Serokê Hizbullahê, Îsraîl Bi Tundî Lubnanê Bumbebaran Dike

Dûman ji cihê êrîşeke asmanî ya Îsraîlî radibe ku gundê Zawtar li başûrê Libnanê di 29ê Îlona 2024an de kir armanc.

Îsraîlê roja Yekşemê êrîş bir ser jimareke armancên Hîzbullahê li Lubnanê û got ku karbidestekî din yê payebilind kuştiye, piştî ku bi kuştina Seyîd Hesen Nasrallah rêberê koma ku Îran piştgirîya wê dike.

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku hêzên esmanî "bi dehan armancên Hizbullahê li Lubnanê kirine armanc, di nav wan de avêjerên ku ber bi axa Îsraîlî ve hatibûn bicîhkirin, avahîyên ku tê de çek hatibûn enbarkirin û binesaziyên din yên Hizbullaha terorîst” hebûn.

Artêşê herwiha got ku di wan êrîşan de karbidestekî navdar yê Hîzbullahê kuşt. Hîzbullahê heta niha di derbarê çarenivîsa Nebîl Qawûq de ti daxuyanî nedaye lê alîgirên wê ji roja Şemiyê ve jibo wî peyamên şînê radigihînin.

Hêzên deryayî yên Îsraîlê jî ragihand ku wan rokêtek ku ji herêma Derya Sor ber bi Îsraîlê ve hat avêtin têk birine û 8ên din yên ji Lubnanê hatinê avêtin li deverên vekirî ketine.

Nasrallah roja Înê di êrîşeke esmanî ya mezin ya Îsraîlê de li ser navenda giştî ya rêxistinê li başûrê Beyrûtê hat kuştin.

Kuştina Nasrallah, jibo Hizbullah û Îranê derbeyek mezin bû. Têkbirina hevbendek bi bandor ku Hizbullah kir pêkhata herî girîng ya tora komên hevbendên Tehranê yên li cîhana Ereb.

Piştre, Hizbullahê got ku ewê şerê dijî Îsraîlê bidomîne û komê berdewam kir ku sibeha Yekşemê êrîşên bi rokêtan pêk bîne.

Pêla tund ya dijî Hizbullahê du hefte berê destpê kir, bi teqandina bi hezaran amûrên peywendiyê yên ku endamên wê bikar dianîn.

Bi gelemperî tê texmînkirin ku Îsraîlê ew kiryar pêk anîye, lê TelAvîvê piştrast yan red nekiriye.

Wezareta saxlemîya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên roja Şemîyê de 33 kes hatine kuştin. Wezaretê berîya niha gotibû ku di êrîşên Îsraîlê de di du hefteyên borî de zêdetirî 1000 kes li Lubnanê hatine kuştin û zêdetirî 6 hezar kes jî birîndar bûne. Lê, dîyar nekiribû ku çend ji wan sivîl û çend jî milîtan in.

Jêder: Reuters