Netanyahu Dibêje Îran Tenê Çend Salan Dûre ji Bumbeya Navokî

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di konferansa Miyûnîx a ewlekariyê de huşdarî da li dor ewlekariya Rojhilata Navîn û got çend sal mane ku Îranê bibe xwedî bumbeya navokî.

Netanyahu Îran tawanbar kir bi sepandina gefeka bingehîn li herêmê.

wî got:

“Rekeftina navokî li gel Îranê hîşt ku dem bê jimartin û di derdora deh salan de renge Îran çeken navokî qezenc ke. Rakirina cezayan ji ser Îranê ew nermerê nekir. Rêkeftinê ne Îran ji hindir ve û ne jî li derve nermerê kir.”

Wî got:

“Îsraîl dê bi berdewamî rêgirbe li pêş hebûneka leşkerî ya berdewam a Îranê li Sûriyê. Îsraîl dê rê nede Îranê ku bingeheka din a terorîst li wir avake û gefan bide ser Îsraîlê.”