Îsraîlê Dibêje Wê Li Sûriyê Karmendekî Girêdayî Îranê Girt

Leşkerên Îsraîlî vê dawiyê kesek li Sûriyê girt, ku tê gotin karmendekî li gel Îranê kar dikir û agahîyên îstixbaratî li ser leşkerên Îsraîlî li devera sînorî kom kirine, artêşa Îsraîlî roja Yekşemê got.

Leşker ew kes bi navê Elî Silêman El-Asî, da nasîn ku welatiyê Sûriyê ye û xelkê devera Seîda li başûrê Sûriyê ye. Hate gotin ku operasyon di mehên dawî de pêk hatiye lê dem û roja rast nehatin dayîn.

"Operasyona leşkerên Îsraîlî ji bo girtina el-Asî rê li êrîşeke paşerojê girt û bû sedema eşkerekirina rêbazên operasyonê yên torên terorîstî yên Îranê yên li nêzîkî bilindahiyên Golanê," artêşê got.

Artêşê El-Asî ji bo lêpirsînê bir Îsraîlê.

Çavkanî: Reuters