Çavkanî: Sefîyeddîn ê Hizbullah Ji Roja Înê Ve Nediyar E

Ji ber êrîşên asmanî yên Îsraîlî li ser taxên başûrê Beyrûtê ji roja Înê ve, lêgerîna xebatkarên rizgarkirinê ya cihê êrîşeke Îsraîlî, ku tê gumankirin rêberê pêşbînîkirî yê Hizbullahê tê de hatiye kuştin, asê kirîye, sê jêderên ewlekarî yên Libnanî roja Şemîyê ji ajansa Reutersê re got.

Çavkanîyekê got ku Sefîyeddîn, ku bi berfirehî tê pêşbînîkirin ku şûna rêberê kuştî Seyîd Hesen Nesrellah bigre, ji êrîşa roja Îniyê ve peywendî pê re nînin.

Îsraîl di êrîşa hewayî ya 27ê Îlonê de gelek serkirdeyên leşkerî yên Hizbullahê, di nav de jî Sekreterê Giştî Seyîd Hesen Nesrellah, ji holê rakirin.

Hikûmeta Lubnanê dibêje zêdetirî 2,000 kes li wir hatine kuştin, piraniya wan di du hefteyên borî de ne. Êrîşên li ser tîm û dezgehên bijîşkî, di nav de Xaça Sor a Lubnanî, nexweşxaneyên giştî yên Lubnanê û xebatkarên rizgarkirinê yên girêdayî Hizbullah, jî zêde bûne.

Îsraîl dibêje ku ew cihên leşkerî dike armanc û gavan diavêje ji bo kêmkirina metirsiya zirarê li sivîlan. Ew Hizbullah û Hamas bi veşartina di nav sivîlan de tawanbar dike, tawanbarîyeke ku ew red dikin.

Çavkanî: Reuters