Îsraîl Dibêje Hejmara Dîlên li Gaza 242 Ye

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari da zanîn ku hejmara dîlên li Gaza 242 ye.

Hagari dîyar kir ku ew danûsandinên bi malbatên dîlan re didomînin.

Hejmara dawî ya dîlan ya ku artêşa Îsraîlê ragihandibû 239 bû.

Hamas dîyar dike ku hin dîl di tunelan de ne hin dîl jî li cihên din hatine veşartin.

Hamasê gotibû ku hefteya borî bi êrîşên Îsraîlê 50 dîl hatine kuştin, lê jêderên serbixwe nikarin hejmarên ku Hamas dide piştrast bikin.

Li gor ragihandina dawî ya Hamasê, do Çarşemê bi êrîşên Îsraîlê yên li Kampa Penaberan ya Cibalîyê 7 dîl hatine kuştin.

Jêder: AFP