Karbidestekî payebilind ji ajansa Reutersê re got ku şandeke Hamasê roja Yekşemê gihîşt paytexta Misir Qahîrayê ji bo danûstandinên agirbesta Gazayê.
Karbidest got ku şand ji aliyê alîkarê serokê Hamasê yê li Gazayê Xelîl El-Hayya ve tê birêvebirin.
Karbidestekî Filistînî yê ku li ser danûstandinên agirbestê agahdar e, dema jê hat pirsîn gelo agirbest nêzîk e, ji Reutersê re got ku ew hîn nêzîkî dawîkirina rêkeftinekê nebûne.
Tê çaverêkirin ku şandeke Îsraîlî jî biçe Qahîrayê û beşdarî danûstandinan bibe.
Leşkerên Amerîkî roja Şemiyê yekem danê alîkariyên mirovî bo Gazayê ji esmên avêtin, û ajansên alîkariyê hişyarî dan li ser karesateke mirovî ya mezin li devera dorpêçkirî ya Felestînî, di demekê de ku Îsraîl li ser êrîşa xwe berdewam dike.
Çavkanî: Reuters