Îsraîl Dibêje Wan Piştrast Kiriye Ku 212 Rehîne Li Xezayê Hene

Îsraîlî beşdarî xwepêşandanekê dibin, banga vegerandina hezkiriyên ku wek rehîne hatin girtin piştî êrşîa kujêr ji aliyê çekdarên Hemasê ve ji Kerta Xezayê, li Tel Aviv.

Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê roja Yekşemê got Îsraîlê piştrast kir ku 212 kes wek rehîne li Xezeyê girtî ne, û got ku êrîşên Îsraîlî şeva borî bi dehan çekdarên filistînî kuştin, ku di nav wan de cîgirê serokê hêzên rokêt ên Hamasê jî hebû.

Li eniya bakur, Îsraîl êrîş bir ser çekdarên ku hewl didan mûşekan li ser sînorê Libnanê biavêjin û li cihekî li Lubnanê xist ku jê mûşek bo balafireke Îsraîlî hatin avêtin, Admiral Danîel Hagarî di konferanseke rojnamevanî de got.

Çavkanî: Reuters