Artêşa Îsraîlê Dibêje Hejmara Dîlên li Gaza 224 E

Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku hejmara kesên ku li Gaza dîlgirtî ne 224 e.

Artêşa Îsraîlê berî daxuyanîya dawî dabû zanîn ku 222 di êrîşên Hamasê de dîl hatine girtin.

Karbidestên Îsraîlê dîyar dikin ku pirtir ji nîvê dîlan hemwelatîyên bîyanî ne û ew ji 25 dewletên cuda ne.

Hamasê herî dawî roja Duşemê dîyar kiribû ku wê ser hewildanên Misir û Qatarê yên jibo navbeynkarîyê du dîlên ji berdane.

Ji dîlên hatine berdan, Yocheved Lifshitz ya 85 salî dîyar kiribû ku wê du hefteyan wek ku dojeh dîtiye.

Lifsthiz gotibû ku di serî de gava ew revandine li wê dane, lê dûre bi awayekî baş reftaran bi wê re kirine.

Agahîyên Îsraîlê nîşan didin ku hejmara dîlên Amerîkî 12 e. Di êrîşan de 34 Amerîkî hatine kuştin û 5 Amerîkîyên din jî hinda ne.

Jêder: VOA, AFP