Îsraîl Dibêje di Dawîya Operasyona Gazayê de Hamas Wê Nemîne

Yoav Gallant û leşkerên Îsraîlî

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant dîyar kir ku operasyona wan ya li Gazayê dikare 3 mehan bidome.

Gallant got ku operasyon dikane 1, 2, 3 mehan bidome, lê di dawîyê de Hamas wê nemîne.

‘’Ewê operasyona me ya dawî be li Gazayê, çinku piştî operasyonê ewê Hamasê tune bikin.’’

Artêşa Îsraîlê bi qasî 300 leşkerên din jinûve xistin yekîneyan.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê dîyar kir ku ewê di demeke nêz de dest bi operasyona bejayî bikin.

Rêberên cîhanê serdanên piştgirîyê yên jibo Îsraîlê didomînin.

Çaverê ye vê hefteyê Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Holanda Mark Rutte serdana Îsraîlê bikin.

Jêder: Reuters, AFP