Artêşa Îsraîlê Dibêje Tankên Wê li Bakurê Gaza Operasyonek Çêkir

.

Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wê bi şev li bakurê Gaza bi tankan operasyon li dar xist.

Artêşa Îsraîlê dîmenên operasyonê weşandin û ragihand ku operasyona lidarketî amadekarîya qonaxên din yên şer e.

"Hêzên Îsraîlê bi tankan êrîş birine ser navendên terorîstan, binesazîyan û enîyên firandina muşekan. Hêzên Îsraîlî ji herêmê derketine û vegerîne axên Îsraîlê," artêşê got.

Artêşa Îsraîlê di 13’ê Cotmehê de jî li Gaza operasyon li dar xistibû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dîyar kir ku hêzên wan hazirîya operasyona ji erdê dikin, lê ser dema operasyona ti agahî neda.

Îsraîlê hefteya borî ji Filîstînîyên li bakurê Gazayê xwest ku jibo ewlekarîya xwe ji herêmê derkevin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar dike ku hin Filîstînîyên ji bakurê Gaza derketine û derbazî başûr bûne, bi xirabbûna rewşê vegerîne malên xwe yên li bakur.

Jêder: Reuters, VOA