Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê roja Şemiyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên tolvegerandinê li Xezeyê de herî kêm 189 kes hatine kuştin û herî kêm 1610 kesên din jî birîndar bûne.
Li hember êrîşên Hemasê, artêşa Îsraîlê li ser Xezayê êrîşên esmanî pêk anîn.
Hemasê êrîşa xwe ya herî mezin li ser Îsraîlê kir û ket nav çend deveran û hejmareke mezin ji rokêtan ji Kerta Xezayê avêtin. Vê yekê hişt ku Îsraîl rewşa şer ragihîne û bersiv bide.
Çavkanî/ AP