Gallant Dibêje Îsraîl jibo Rêvebirina Gazayê li Alternatîfên Hamasê Digere

Wezîrê Berevanî yê Îsraîê Yoav Gallant (Arşîf)

Wezîrê Berevanî yê Îsraîê Yoav Gallant îro Yekşemê got ku ew di peyvajoya bidawîkirina şer de, bi ti awayî qebûl nakin ku Hamas rêvebirina Gazayê bidomîne.

Gallant dîyar kir ku ew ser alternatîfên li şûna wê koma Îslamî xebatan didomînin.

‘’Em kiryarên xwe yên girîng yên leşkerî pêk tînin û sazîya berevanîyê jî hevdem li ser alternatîfeke li hember Hamasê dixebite.’’

Wî got ku ewê herêmên Gaza îzole bikin û rêvebirên Hamasê ji wir derxin û hêzên dijî wê rêxistinê yên jibo avakirineke hikûmetekê bibînîn.

Wezîrê Îsraîlê ser alternatîfan ti hûrgilî neda.

Hamas ji sala 2007’an vir ve Îsraîlê bi rêve dibe.

Li gor nûçeyên medyaya Îsraîlê, kabîneya şer, ku Gallant jî têde ye, wê jibo pêşnîyara Serokê Amerîka Joe Biden ya ser bidawîkirina şerê li herêmê di saetên pêş de bicive.

Hamas ser hewildanên jibo agirbestê razîbûna xwe ragihand lê ti nîşan neda ku ewê vekişe û çekên xwe deyne.

Gallant dîyar kir ku operasyonên ew dimeşînin jibo rêvebirîyên alternatîfan çêdikin Hamasê pûç dikin û rê li ber serbestbûna rehîneyan vedikin.

Wî got ku ewê bi ti awayî qebûl nekin ku Hamas li Gaza rêvebirîyê bike.

Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş biribûn ser başûrê Îsraîlê ku karbidestên Îsraîlê didin zanîn ku di wan êrîşan de 1200 kes hatine kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatine girtin.

Rêvebirên li Gaza didin zanîn ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 35,000 Filîstînî hatine kuştin.

Jêder: Reuters