Filîstînî Dibêjin di Êrîşên Îsraîlê de 22 Kes li Gaza Hatine Kuştin

Jêderên Filîstînî ragihand ku êrîşên leşkerî yên Îsraîlê îro Çarşemê bi kêmî ve 22 kes li seranserî Kerta Gaza kuştine.

Wezareta Saxlemî ya Gaza îro ragihand ku di şerê navbera Îsraîl û Hamasê de herî kêm 43,712 kes hatine kuştin ku 47 ji wan di nav 24 saetên borî de qewimîne.

Wezareta Saxlemî herwiha dîyar kir ku heta niha 103,258 kes jî destpêka şer ve dema ku Hamasê yê 7ê Cotmeha 2023an vir ve, li seranserî Gaza birîndar bûne.

Jêderên saxlemîyê da zanîn ku 5 kes di êrîşeke Îsraîlî de, li derveyî Nexweşxaneya Kemal Adwan ya nêzîkî Beyt Lahîya û di heman demê de 5 kesên din jî di du êrîşên cuda de li Nuseyrat ya navenda Kerta Gazayê hatin kuştin.

Li Refahê jî, li nêzî sînorê Misirê, di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de 1 kes hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn, herwiha 3 Filîstînî jî di du êrîşên esmanî yên cuda yên Îsraîlê de li taxa Şecaiya ya bajarê Gazayê hatin kuştin.

Doktoran herwiha da zanîn ku di êrîşeke ser xanîyekî li rojavayê taxa Xan Yûnis ya başûrê Gazayê, 8 kes hatine kuştin.

Filîstînî dibêjin ku operasyonên Îsraîlê yên li bakurê Gaza û derxistina bi deh hezaran Filîstînîyên ji deverê armanc dike ku hermeke ewle ava be û vegera rûniştvanên Cîhû misoger bike, lê artêşa Îsraîlê wan îdiayan red dike.