Artêşa Îsraîlê Karanîna Fosfora Sipî Red Dike

Îsraîlê îro Înê tawanbarkirina komên mafên mirovan ya ser karanîna fosfora sipî dijî çekdarên Hamasê red kir.

Artêşea Îsraîlê dîyar kir ku wê ne li Gaza ne jî li Lubnanê fosfora sipî bi kar neanîye.

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) Îsraîl bi karanîna fosfora sipî tawanbar kiribû.

HRW bi hevpeyvînên bi kesên dibêjin ku wan êrîşên bi fosfor dîtine û bi hin vîdyoyan re Îsraîl tawanbar kir.

Li gor gotina wan kesên ku HRW’ê pê re hevpeyvîn kirine, piştî peqînan li jor xetên sipî çêbûne û bîneke giran li derdorê belav bûye.

Fosfora sipî li ser laşê însanan şopên giran yên şewatê dihêle.
bûye.

Jêder: AFP