Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hamas û mîlîtanên din yên Filîstînî 199 kes dîl girtine.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari dîyar kir ev hejmar ji texmîna wan zêdetir e ku li gor agahîyên pêşî hejmara dîlgirtîyan 155 bû.
Hagari dîyar kir ku ew bi malên 199 dîlgirtîyan re di danûstandinê de ne. Wî eşkere nekir ku di nav wan dîlgirtîyan de biyan hene yan ne.
Tê zanîn ku piranîya dîlgirtîyan di destê Hamasê de ne ku Gaza bi rêve dibe.
Hamas ser êrîşên esmanî yên Îsraîlê gefa kuştina dîlgirtîyan dixwe û daxuyanîyan dide ku hin dîlgirtî bi êrîşên Îsraîlîyan hatine kuştin.
Ji alîyê din ve Sendîkaya Rojnamevanên Filîstînî jî îro Duşemê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de 11 rojnamevanên Filîstînî hatine kuştin.
Jêder: AFP